Operesyona ”Tolhildana şehîdên Reqayê” berdewam dike

Di çarçoveya operesyona ”Tolhildana şehîdên Reqayê” paqijkirin û lêgerîn li bajarê Tebiqa û Reqayê berdewam e.

Operesyona ”Tolhildana şehîdên Reqayê” di roja xwe ya 6’an de berdewam dike.

Di derbarê operesyonê de jî yek ji fermandarên wê Bekir Elî axivî û got:

”Xebatên lêgerîn û paqijkirinê li nava taxên bajarê Tebiqa weke tê xwestin berdewam e, her wiha alîkariya gelê herêmê jî bi me re berdewam e.”

“Li nava taxên bajarê Tebqayê xebatên lêgerîn û komkirinê li gorî pêwîstiyê dewam dikin, ji ber hevkariya ku gel bi hêzên ewlekariyê re nîşan dide da ku armancên vê hemleyê bi ser bikevin.”

Bekir Elî destnîşan kir ku wê ev operesyon tolhildana hemû şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be û wê hêza me yên leşkerî wê di derbarê de berdewam bin.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê operesyona ”Tolhildana Şehîdên Reqayê” 25 çile dan destpêkirin.

Back to top button