Çalakvana Tûnisî Jannat Kadachi êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got:
“Dewleta tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer dike.
Li hember êrîşên tirkiyê rêxistinên navneteweyî bêdeng in.
Divê hesab ji tirkiyê were pirsîn.”
Êrîşên hovane ên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li seranserî cîhanê rastî gelek bertekan hat û hate şermezar kirin.
Yek ji wan kesên ku êrîşên tirkiyê yên li dijî herêmê şermezar kir çalakvana Tûnisî û seroka Komeleya Hava Jannat Kadachî bû.
“Li herêmên di bin destê Tirkiyê de jin rastî sûcên dijmirovî tên”
Jannat Kadachî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û wiha got:
“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin rastî êrîşên dagirker û komên çekdar tên.
Li herêmên di bin destê tirkiyê de jin rastî revandin, destdirêjî, kuştin û komkujiyan tên.
Lê dagirkerî û binpêkirinên mafan ên ku ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin bi awayekî bi zanebûn di ragihandinê de nayên teyîsandin.”
Jannat Kadachî: Dewleta Tirk sûcên şer dike
Jannat diyar kir ku dewleta tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer dike û got:
“Li hember êrîşên tirkiyê rêxistinên navneteweyî bêdeng in.
Divê civaka navneteweyî li hember êrîşên dewleta tirk bêdeng nemîne û hesab ji tirkiyê were pirsîn.”
“Em bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di nava piştevaniyê de ne”
Jannat anî ziman ku weke jinên Tûnisê ew bi jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di nava piştevaniyê de ne û got:
“Di navbera komele û rêxistinên Tûnis û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de divê koordînasyonên jinan werin avakirin.”
“Girîng e ku jinên tunisê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bizanibin”
Jannat diyar kir ku hişyarkirina jinên Tûnisê der barê rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girîng e û wiha anî ziman:
“Em di mijara azadiya jinan de di rewşek bi êş de ne.
Gef li destkeftiyên me tê xewrin.
Weke jin divê em sînoran derbas bikin û dengê jinan bilind bikin.”