Bedran Çiyakurd: Radestkirina Eyn Îsa tiştekî ne rast e

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd, nûçeyên girêdayî daxwaza Rûsya ji Rêveberiya Xweser ku Eyn Îsa û saziyên wê, radestî hikumeta Şamê bikin, derewandin.
Bedran Çiyakurd teqez kir ku encamên êrîşeke nû ji hêla Tirkiyê ve, wê bandorên neyînî bi xwe re bîne û terorê careke din li cîhanê zindî bike.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd li ser bûyerên dawî, bi rêya hevpeyvîneke ANHA’yê, nirxand.

Der barê armancên dewleta Tirk ên zêdekirina êrîşên xwe yên dawîn li dijî herêmê, Çiyakurd anî ziman ku:

Geşedanên ku niha li herêmê rû didin, berdewama komployên berê ne. Kengî mercên guncew peyda bûn û dewleta Tirk erêkirina Rûsya û Amerîkayê bi dest xist, wê bêdudilî vê plana xwe ya metirsîdar temam bike.

Bedran Çiyakurd ji bo nûçeyên girêdayî daxwaza Rûsyayê ji Rêveberiya Xweser ku Eyn Îsa û saziyên wê, radestî hikumeta Şamê bikin, derewand û got:

Niha tişta li wir diqewime, tevgera koordînekirî ya QSD û hêzên Rûsyayê di çarçoveya makenîzmeya ku dema êrîşên dewleta Tirk li dijî Serê Kanî û Girê Spî de hatibû avakirin, e.

Têkildarî helwesta Rûsya ya li hember van êrîşan jî, Çiyakurd dibêje:

Berdewamkirina bêdengiya Rûsyayê fikaran çêdike. Divê Rûsya ji bo aramiya li vê herêmê helwestê nîşan bide. Em hêvî dikin ku di vê çarçoveyê de helwesta Rûsyayê diyar be û li hemberî van êrişên bêbehana bi rola xwe rabe.”

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd di dawî de piştrast kir ku “eger êrişek li ser herêmê pêk bê, wê bandorê li seranserê Sûriye, herêm û cîhanê bike û rêgirtina li ber dagirkeriya Tirk ji bo hemiyan girîng e.”

Back to top button