Ji ber kirîna pergala S-400 Amerîka bi niyaz e cezayan li Tirkiyê bibire

Ji ber kirîna pergala parastina asmanî ya Rûsî S-400, Amerîka cezakirina Tirkiyê, lêkolîn dike. Cezayên Waşingtonê, birêveberiya pîşesaziya parastinê ya Tirkiyê dikin armanc. Her wiha ji ber reftarê dewleta Tirk, nexasim li rojhilatê Deryaya Spî, mijara cezakirina Tirkiyê, li ser maseya lûtkeya Ewrûpî ye.

Ji ber kirîna pergala S-400 a Rûsî, Amerîka bi nizyaz e cezayan li Tirkiyê bibire.

Li gorî çavkaniyan, dibe di çend rojên pêş de ev ceza werin ragihandin.

Ajansa Reutersê li ser zimanê 2 berpirsên Amerîkî eşkere kir, ku cezayên Amerîkî, birêveberiya pişesaziya parastinê ya Tirkî û serokê wê Ismaîl Demîr, dikin armanc.

Ajansa Bloomberg a Amerîkî jî li ser zimanê du kesayetên ku mijarê dişopînin, anî ziman ku serokê Amerîkî ev ceza îmze jî kirine.

Ji aliyê xwe ve, berpirseyê dewleta Tirk ragihand, ku cezayên Amerîkî, wê ziyanê bigihînin têkiliyên her du welatên endamên NATO’yê û got:

”Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, Tirkiye piştgiriyê dide dîplomasî û danûstandinan, em cezayên yekalî qebûl nakin”.

Dewleta Tirk sala 2019’an, pergala parastina asmanî S-400 ji Rûsyayê wergirt û vê yekê, têkiliyên Amerîkî-Tirkî aloz kirin.

Cezayên takekesî li Tirkiyê hatin birîn

Li gel lidarxistina lûtkeya wan, qirika Tirkiyê li ber sêdara Ewropayê ye jî..

Rêberên YE’yê îro di civîna xwe de li hev kir ku cezayan li dewleta Tirk bisepînin, ji ber tevgerên wê yên derqanûnî û dijminahî li Deryayê Spî.

Çavkaniyên dîplomatîk ji AFP’ê re got ku tedbîrên ku hatine girtin, dê cezayên takekesî bin û heke dewleta Tirk kirinên xwe domandin, dibe ku tedbîrên din werin girtin.

Serokkomar Fransayê Emmanuel Macron da xuyakirin, ku divê rêberên YE serweriya Yekîtiyê û aramiya li herêmê, nexasim li rojhilatê Deryaya Spî, misoger bikin.

Yûnanistan, Fransa û Qibris pişniyar dikin ku firotina çekan bo Tirkiyê werin rawestandin, Yekîtiya Gumrikê ya bi Tirkiyê re were cemidandin û danûstandinên tevlîkirina Tirkiyê bo YE yekcar bi dawî bibin.

Ji bo pêşeroja têkiliyên bi Tirkiyê re, lûtkeya Ewropî di roja 2’an û ya dawîn de, li Bruksilê tê lidarxistin.

Back to top button