Seroka Child Focus: Divê civaka navnetewyî erka li hember koçberan bi cih bîne

Di nava şandeya Belcîkî de ya 3 Kanûnê serdana herêmê kiribû, seroka Saziya Child Focus a parastina zarokan Heidi de Paolo, jî hebû. Paolo diyar kir ku zarokên koçber, di trajediyeke rasteqîn de dijîn û bang li civaka navnetewyî kir ku erka xwe ya exlaqî pêk bîne û piştgirî û alîkariyê ji koçberan re pêşkêş bike.

Seroka Rêveber a Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokan Heidi de Paolo, têkildarî serdana xwe ya kampên koçberan nirxandin kir.

Ev seroka navborî, 3 Kanûnê bi şandeya welatê xwe Belcîka re, serdana herêmên Rêveberiya Xweser kiribû.

Heidi de Paolo bi bir xist ku cara sêyemîn e ew serdana Rojava dike û teqez kir ku “berpirsyartiya zarokan û alîkariya bi Kurdan re, ji hemû dewletên endam tê xwestin”.

Hemû welatên endam berpirsên zarokên xwe ne û gerek li wan xwedî derkevin, da Kurd jî karibin bi zarokên xwe, ku ew jî azaran dikişînin, eleqeder bibin.

Gelek zarok di van kampan de hene û zehmetiyan dikişînin. Ji ber dema şer hebe, gelek qurban jî wê hebin. Bêhtirî qurbanan zarok in. Civaka navneteweyî berpirs e ku guh bide van zarokan û alîkariya wan bi her awayî bike. Divê alîkariya gelê Kurd jî bike da ew jî karibin alîkariya van zarokan ku qurbanên şer in, bikin.

Heidi de Paolo got ew ê azarên zarokên ku serdana wan kirine, bigihîne raya giştî û civaka navneteweyî.

Zarokên di van kampan de, pêwîstiya wan bi cil û bergan, kon û xwendinê heye. Ev jî li civaka navnetewyî û erkên wê vedigere ku pêk bîne.

Seroka Rêveber a Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokan, bang li civaka navneteweyî, Ewropa û Belçîka kir ku erka xwe pêk bîne.

Ji erka civaka navnetewyî, Ewropa û Belcîka ye, ku berpirsyarên xwe yên exlaqî li hember qurbanên şer ên Sûriyê bi cih bînin, bi taybet li hember Kurdan ku bi me re di têkbirina DAIŞ û terorê de, alîkar bûn.

Zarokên wan jî hêja ne ku mîna hemû zarokan bijîn.

6 hezar zarok bi tenê li kampa Waşokanî dimînin.

2 hezar û 154 zarok li kampa Girê Spî hene.

Li kampa Serê Kaniyê jî zêdeyî 2 hezar zarokî bi cih dibin.

Ji ber hovîtiya dewleta Tirk, 83 hezar zarokên herêmê ji xwendinê bêpar mane.

Hejmara dibistanan jî li van kampan pir kêm e û pêwîstî bi destê alîkariyê heye.

Tevî vê, civaka navneteweyî û saziyên taybet ên mafên zarokan, ne li gorî navê xwe ne û ev zarok di nava êş û azaran de hiştine.

Back to top button