Şandeya Jinan a li Baskê serdana Enstîtuya Emakunde kir

Şandeya jinên Rojava ku ev çend rojin li Baskê ye bi Enstîtuya Jinan Baskê ya Emakunde re civiya.

Di civînê de rêxistin û xebat Kongra Star bi berfirehî hatin şîrovekirin û meclisên cuda yên jinan hatin nasdan.

Her wiha di civînê de rola jinan di Rêveberiya Xweser de hate vegotin.

Her du aliyan eşkere kirin ku ew dixwazin di pêşerojê de xebatên hevbeş pêş bixin û têkiliyên xurt ava bikin.

Wekheviya zayendî ji bo her du rêxistinan yek ji mijarên herî girîng e.

Di dawiyê de jinan, Enstîtuya Jinê ya Baskê ya Emakunde vexwend Bakur û Rojhilatê Sûrî.

 

Back to top button