Hakî Armanc: Gerîlayên Kurdistanê li dijî faşîzmê wê li her derê bi rola xwe rabe

Dagirkeriya Tirkiyê tevî biryara agirbestên gerîlayê azadiyê di êrîşên xwe yê qirkirinê de bi israre.
Li dijî gelê Kurd, gerîla, kesên azadîxwaz û xwezayê êrîşên xwe yê hovane li her qadê zêde kir.
Têkîldarî vê yekê ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc got:
“Gerîla wê êrîşeke bi tenê jî bê bersiv nehêle.”

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û li ser mijarên di rojevê de ne, axivî.

Hakî Armanc destnîşan kir ku tevgera wan tevgereke mirovî ye û bi bîr xist ku piştî rûdana erdhejê ya li Bakurê Kurdistanê, bi biryara Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wan biryara agirbestê dan.

Hakî Armanc têkîldarî biryara agirbestê ev yek got:

“Biryareke di cih de bû û mirovî bû.

Lê belê dewleta Tirk ev biryar jî bi rengekî cuda bi kar anî û êrîşên xwe yên li ser Bakur, Başûr, Rojava, Mexmûr û Şengalê zêde kir.

Careke din eşkere bû ku dewlet û desthilatdariya Tirk para xwe ji mirovahiyê negirtine.”

Armanc: Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk careke din nîşan da ku di şer de israr dike

Hakî Armanc anî ziman ku hingî gelek çalakiyên gerîla dihatin lidarxistin, dewleta Tirk xitimî bû, şert û mercên demsalê gelekî guncaw bû, plansaziyeke wan a xurt ji bo çalakiyan hebû û got:

“Piştî vê biryarê me plansaziya xwe ya çalakiyan hemû betal kir.

Hem erdhej bû, hem jî gelê me û gelên Tirkiyeyê gelekî êş kişandin.

Piştre jî ji xwe pêvajoya hilbijartinê destpê kir. Lewma agirbest hate dirêjkirin.

Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk a faşîst û nijadperest careke din nîşan da ku di şer de israr dike.”

Hakî Armanc: Hesabê êrîş û sucên li dijî xwezaya Kurdistanê bê pirsîn

Ji fermandarên HPG’ê Hakî Armanc diyar kir ku dewleta Tirk salên dawî êrîş zêde kir û ev tişt anî ziman:

“Di serî de Dersim û Botan li her her qada Kurdistanê li ser xweza û çandê êrîşên mezin têne kirin.

Li hin deveran bendav têne çêkirin, li hin deveran rê têne çêkirin, xwezaya Kurdistanê tê talankirin.

Hin kes jî tevlî vê talankirina xwezayê dibin, bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin. Em baş zanin bê ew kî ne.

Îhaleyan distînin, her roj sûcên xwe zêde dikin, hesabê vê yekê wê teqez bê pirsîn.

Gerîlayên Kurdistanê li dijî faşîzmê wê li her derê bi rola xwe rabe.”

Hakî Armanc bang li xelkê Botanê û gelê Kurdistanê kir ku divê li ber talankirina xwezayî rabin û tevlî polîtîkaya dewleta Tirk a talankirina xwezayê nebin.

Back to top button