“Em ê li hember hemû pilanên Erdogan bisekinin”

Şêniyan herêmê bertek nîşan êrişên domdar ên dewleta Tirk da û got:
“Em dê li hember komployên hovane yên ku Erdogan wan plan dike, xwe bikin mertal.”

Welatiya bi navê Rîm Derwîş a ji Minbicê got:

“Erdogan bêdengiya hêzên navneteweyî li hember van sûcan, bi kar tîne.

Da ku berjewendiyên xwe pêk bîne..”

Rîm bang li rêxistinên mafên mirovna kir ku binpêkirinên dewleta Tirk rawestînin

Di heman çarçoveyê de, welatiya bi navê Fatme Mihemed jî dibêje:

Dewleta Tirk naxwaz e rewşeke aram li herêmê peyda bibe.

Bi van êrişên xwe dixwaze îradeya gelê herêmê têk bibe.

Her wiha, welatiyê bi navê Şêxo Bîlal wiha axivî:

“Eger rêxistinên mafên mirovan di rastiyê de hene ew ê van êrişan rawestînin.”

Şêxo dawiyê ev bang kir:

“Em dê li hember komployên Erdogan , xwe bikin mertal.

Em dê bi îrade û berxwedana xwe hemû deverên dagirkirî rizgar bikin.”

Kurdistaniyên li Ewropa êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Back to top button