Rûspiyên eşîrên El-Nasra û El-Wehib ên li Tebqayê îşaret bi girîngyia xurttkirina çanda xweparastinê kir û got: “Li dijî hemû gefxwarinên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastin mertala xurt e.”
Rûspiyê eşîra El-Nasra ya Tebqayê Hesen El-Xemrî derbarê mijar ji ANHA`yê re axivî.
Hesen El-Xemrî diyar kir ku Di demekê de ku şer di navbera hêzên hegemon de heye, divê em li herêmên neteweya demokratîk çanda xweparastinê xurt bikin û got :
“Ger ne ji êrişên dewleta Tirk a dagirker bûya, herêmên me kêm zêde aram in..
Ev jî bi saya pêkanîna projeya neteweya demokratîk e.”
Hesen El-Xemrî dawiyê bang li gelê herêmê kir ku hevgirtina xwe ava bikin û destekê bidin hêzên leşkerî.
Rûspiyê eşîra El-Wehib a li Tebqayê Cemal El-Nihêtir jî got:
“Xweparastin di îstiqrara herêmê de, roleke girîng dilîze..
Û hewldanên derve yên derxistina fitneyên di navbera gel de, vala derdixe.”
Di dawiyê de El-Hinêtir tekez kir ku yekane rêya avakirina civaka demokratîk e.