Li 5 bajarên Swîsreyê û 3 bajarên Almanyayê Kurdistanî û dostên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û êriş şermezar kirin. Çalakvanên diyar kirin ku ew ê hesabê vî şerê bêexlaq bixwazin.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê hatin ba hev, bi mîtîngek êrişên dagirkeriya Tirkiyê şermezarkirin..
Di mîtîngê de hate gotin ku dagirkeriya tirk bi van êrişan ve sûcê şer dike û Almanya û Ewropa jî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên vê sûcê.
Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê jî bi hema armancê çalakî pêk hat.
Siyasetmedar Mûsa Farisogûllari ku li çalakiyê bû, wiha axivî: “Em têkoşîna xwe ji bo hemû şehîdên Kurdistanê geş bikin û nehêlin ku ev al bikeve erdê.”
Li bajarê Stûttgart ê Almanya jî, êrîşa dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku jinên pêşeng hatin armanckirin, bi mîtîngekê hat şermezarkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Zurîhê jî derketin qadan, banga geşkirina piştevaniya navneteweyî ji bo parastina Rojava, kir.