Asayîşê li Tebqayê 2 belavkarên diravên sexte girtin

Hêzên Asayişê ragihand ku wan 2 belavkarên diravên sexte li kantona Tebqayê girtin.
Asayişê eşkere kir ku 37,550 dolarên Amerîkî yên sexte di destê wan de hatine desteser kirin.

Navenda Ragihandinê a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li mijarê daxuyanek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Xebatên me yên tekoşîna li dijî operasyonên belavkirina diravên sexte dewam in.

Hêzên me yên li dijî tawanan piştî ku guman li tevgera wan kiribûn gihîştin 2 kesên ku dolarên Amerîkî yên sexte li bajarê Tebqa belav dikin.

Piştî komkirina belge û delîlên li ser tevlîbûna wan, hêzên me kemînek ji wan re danî û ew girtin.

Her wiha 37,550 dolarên Amerîkî yên sexte di destê wan de hatin desteser kirin.”

Asayîşê eşkere kir ku ew herdu tevî diravên sexte ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin da ku li gorî qanûn û rêziknameyê cezayê qanûnî li wan bê girtin.

Back to top button