PDK’ê diçe Tirkiyê û êriş dest pê dikin

Erdogan bi pêşwazîkirina rayedarên PDK’ê xwe wek piştevanê doza kurdî nîşan dide.
Lê her hevdîtineke wan encamên xirab ji bo Kurdan bi xwe re tînin.
Kîjan roja ku rayedarên PDK’ê li Tirkiyê tê dîtin, li dijî Kurdan êriş çêdibe.
Tevî bertek û nerazîbûna gelê Kurd, nexasim hevkarî û piştgiriya PDK’ê a ji bo dagirkeriya Tirk didome.

Kîjan roja ku te rayedarên PDK’ê li Tirkiyê dîtin, zanîbe wê li dijî Kurdan êriş çêbibe.

Ger ne li wir be jî dema êrişek çêdibe hema yekser destek dide û parastina Tirkiyê dike.

Êrişên dagirkirina Efrînê di bîra we de ye. Sûc û hovîtiyek mezin li Efrînê hat kirin.

Bi balafiran êriş pêk hatin, bi deh-hezaran kes şehîd bûn û birîndar bûn.

Her cure çekên qedexekirî li dijî Efrîniyan hat bikaranîn. Bajarê Efrîniyan hat dagirkirin.

Piştî vaqasa Nêçîrvan Barzanî derket û got “Tu pirsgirêkên Tirkiyeyê bi Kurdan re tune ne.”

Ne tenê bi gotinanan hema piştî dagirkirinê di Mijdara 2020’an serdana Efrînê jî kirin.

Wê demê berpirsên ENKS’ê Ebdullah Gedo çû wir û li nava bajarê dagirkirî geriya.

Adara sala 2021’an serokê PDK’ê bi germahî pêşwaziya kujerên zarokên Efrînê kir.

Û bi wan re “avakirina rêveberiyeke rasteqîn li rojhilatê Firatê” nîqaş kir.

21’ê Sibata 2022’yan Kongreya ewlehiyê ya li Munichê hatibû lidarxistin.

Têde wezîrê parastinê yê Tirkiyê ê berê Hulusî Akar û Mesûd û Nêçîrvan Barzanî giyan hev.

Di kongrê de çawaniya têkbirina PKK’ê mijara sereke ya nîqaşê bû.

Akar ragihand ku wan di civînê de rewşa Iraq û Sûriyeyê nîqaş kirin û gihiştin lihevkirinekê.

Her wiha anî ziman ku wan li ser girîngiya “têkbirina terorê” li hev kirine.

Ev lihevkirin di beşdarbûna çekdarên PDK’ê ya di êrişên Tirkiyê ên li dijî Başûr de eşkere bûn.

Li dijî gerîlayên Azadiyê jî planên wan hebûn.

Nîsana 2022’ya de careke din Mesrûr Barzanî hevdîtin bi Erdogan re kir.

Vê care jî planeke hevbeş li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê amade kirin.

Saziya Parastina a PDK’ê koodînatên li ser gerîlayên HPG’ê dan MÎT’ê û rê ji wan re vekir.

Hezîrana 2022’yan de Nêçîrvan Barzanî ji bo bazarên siyasî hevdîtin bi rayedarên Tirk re pêk anî.

Dema hevdîtinên veşartî balafirên Tirkiyê avahiya Meclisa Gel a Sinûna ya Şengalê bombebaran kir.

Di encamê de zarokê bi navê Salih Xidir Naso û bapîrê wî Xidir Naso şehîd bûn.

Û li navçeya Kelarê ya parêzgeha Silêmanî erebeyek kir hedef.

Di encamê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî û 3 kesên din şehîd bûn.

Êrişa herî dawî a li ser rêya Qamişlo-Tirbesepiyê hîn nehatî jibîrkirin.

Di êrişê de hevseroka meclisê, cîgira hevserokatiya û endamekî wê şehîd bûn.

Di dema êrişê de Mesrûr Barzanî li Enqereyê bû.

Û bi Erdogan û wezîrê nû yê karên derve yê Tirk Hakan Fîdan re hevdîtin pêk dianî

Back to top button