Projeya pirtûkxanê yê Nagîhan Akarsel

Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmeha 2022’yan di encama reşkujiya MÎT’a tirk de şehîd bû.
Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Arşîv û Lêkolînan xwestek û projeya Ş.Nagîhan bû.
Li Silêmaniyê bi bernameyekê Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd hate vekirin.
Jinên katalanyoyê yên beşdarî bernameya vekirinê bû diyar kirin ku îro şahidiya rojeke dîrokî dikin û rizgarî bi têkoşîna jinan a azadiyê pêkane.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel, li bajarê Silêmaniye yê Herêma Başûrê Kurdistanê xebatên vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dikir.

Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmeha 2022’yan di encama reşkujiya MÎT’a tirk de şehîd bû.

Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Arşîv û Lêkolînan xwestek û projeya Ş.Nagîhan bû.

Projeya Ş. Nagihan di nivî de nema û hevreyên wê yên Jinen tekoşer ev yek pêk anîn.

Li Silêmaniyê bi bernameyekê Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd hate vekirin.

Jinên ji Kurdistanê û Ewropayê beşdarê vekirina pirtukxaneyê bûn

Ji çar parçeyên Kurdistanê endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komîteya Jineolojiyê û ji gelek welatên ewropayê nûnerên rêxistinên jinan ji bo vekirinê hatin Silêmaniyeyê.

Parlamentera Mêrdînê Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî li ser navê Meclisa Jinan a partiyê tev li bernameyê bû.

Jinên têkoşer di roja ewil a bernameyê de bal kişandin ser girîngiya dîroka jinan û diyar kirin ku ev pirtûkxaneye dê ji bo têkoşîna jinan bi rolekî girîng rabe.

“Tevgera Azadiyê ya jinan, dê me ji baviksalariyê rizgar bike”

Ji Komîteya Jineolojiyê ya Katalonyayê Fammy Arambilet yek ji wan jina ye ku bi sala ye li ser mîtolojiyê û berxwedana jinan lêkolînan dike.

Arambilet ku mohra xwe li gelek xebatên têkoşîna azadiya jinan da ye, got:

“Tevgera azadiyê ya jinan, mezintirîn tevgere ku dê me ji baviksalariyê û kapîtalîzmê rizgar bike.

Li gorî min ev paradîgmaya mezin dê tevahiya jinan rizgar bike.”

“Ji bo rizgarkirina dîroka jinan, ev roj rojeke dîrokî ye”

Ji Endamên Komîteya Ekolojiyê ya Katalonyayê Lola Gutierrez jî diyar kir ew şahidiya rojeke dîrokî dike û wiha got:

“Ji bo rizgarkirina dîroka jinan, ev roj rojeke dîrokî ye.

Ez jî ji bo dîroka jinan xebatan dikim.

Ev pêvajo, hemû jinan eleqeder dike.

Xebata jinên kurd, di serî de malbatên me dê ji bo jinên li herêmên me dijîn dê firsendên pir girîng biafirîne.”

Back to top button