Silêmanî..Di encana êrişê de berpirsa kovara Jinelojiiyê şehîd bû

Li Silêmaniyê di êrişeke çekdarî de akademisyen Nagîhan Akarsel şehîd bû.

Îro li Silêmaniyê li dijî berpirsa kovara Jineojiyê Nagîhan Akarsel êrişeke çekdarî pêk hat.

Di encama êrişê de Nagîhan Akarsel şehîd bû.

Hat ragihandin ku Nagîhan Akarsel li pêşiya mala xwe hat hedefgirtin.

Nayê zanîn kujer hatiye girtin an na, lê hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.

Nagîhan ji bajar Konya yê Bakurê Kurdistanê ye.

Wê karê rojnamevaniyê, nivîskariya rojname û kovarên jinan dikir.

Çend sale li Silêmaniyê ji bo bingeha akademiya Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê dixebitî.

Back to top button