Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyek da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serdana CPT erênî dît û banga rakirina qedexeya hevdîtinê kir.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo serdana CPT a li Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniyê de serdan bi gavek erênî nirxand û ev tişt anî ziman:

”Em serdana CPT gavek erênî dibînin”

”18 meh in em ti agahiyê ji miwekilê xwe nagirin. Em ji rewşa tenduristî û jiyana wan bi fikarin.

Me gelek serlêdanên, bang û hewldanên neteweyî û navneteweyî yên derdorên hiqûqî kirin.

Her çiqasî ev serlêdana CPT’î dereng be jî lê em gavek erênî dibînin.

”Divê qedexeya hevdîtinê were rakirin”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di dewama daxuyaniya xwe de ev daxwaz kir:

”Divê qedexeya hevdîtinên bi malbat û parêzeran were rakirin.

Û bêyî sînordarî û astengdarî hebe em karibin bi muwekîlên xwe re rûnên.”

Dawiyê, Buroyê bang li CPT kir ku rewşa xeter a îşkenceya îmraliyê bigre berçavan.

Û li gorî qanûnê di zûtirîn dem de gavên pêwîst bavêje.

Back to top button