Hêzên Asayîşê: Em ê li hember her hewldaneke tevliheviyê bêdeng nemînin

Hêzên Asayîşê jî der barê êrîşa Dîfa el Wetanî de daxuyaniyek da û diyar kir ku “milîsên girêdayê hikumeta Şamê, dixwazin tevliheviyê li herêmê derxin û ewlehiya wê têk bibin”.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrî, “ev êrîş bi armanca çêkirina tevlihevî, têkbirina ewlehiya herêmê û çandina nakokiyê di bajêr de, pêk hat û biryara nederketina derve bi kar anîn”.

Asayîşê got:

“Milîsên rejîmê, hewl dan nuqteyek me ya leşkerî li taxa Hilko bikin hedef û nêzê xeta tirenê nuqteyeke xwe ava bikin”.

Asayîşê her wiha da zanîn “ew ê li hemberî her aliyekî ku ewlehiya herêm û selametiya welatiyên wan bike hedef, bêdeng nemînin”.

Back to top button