Bertek û çalakiyên li dijî êrişan, girtina deriyê Sînor ji aliyê PDK’ê ve û hevkariya wê ya bi deweta Tirk re berbelav dibin..
Îro bi hezaran şêniyên herêmên Qamişlo û Hesekê daketin qadan, êrişên dewleta Tirk û siyaseta PDK’ê şermezarkirin…Şêniyan gotin: Ew ê li dijî êriş û dorpêçan dev ji tekoşîn û berxwedana xwe bernedin..
16’ê kanûna sala 2021’ê deriyê Sînorê ê Pêşxabûr ji aliyê PDK’ê ve hate girtin.
Piştî wê bi çend rojan jî deriyê El-Welîd jî hat girtin.
Ev kirin û siyaseta PDK’ê di encama hevkariya wê ya bi dewleta tirk a dagirker de pêk tên.
Li dijî vê yekê, bi hezaran welatiyên Heseke û Qamişlo îro daketin qadan û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk û girtina deriyan şermezar kirin.
Bi hezarn Şêniyên Qamişlo ji Çerxerêya El-Xelîc heta Çerxerêya Felahîn meşiyan.
Li Çerxerê meş veguherî mîtingê.
Li vê derê endama Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD Şemsîxan Gulo axivî û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî xiyaneta PDK’ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê silav kirin û şehîdên Komkujiya Parisê bi bîr anîn û got:
“Komploya li dijî Kurdan hîna berdewam e. Divê em li dijî vê têbikoşin.”
Piştre bi navê êlên Ereb û Kurdan şêx Hisên El-Sade axivî û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin û got:
“Girtina deriyê Pêşxabûr tê wateya ferzkirina ambargoyê li ser gelên herêmê.”
El-Sade di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku divê gelên herêmê li dijî siyaset û êrişên dewleta Tirk li ber xwe bidin.
Bi heman armancê bi hezaran Şêniyên kantona Hesekê jî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi meşekê şermezar kirin.
Pişt ku meş veguherî mîtingê, Şêwirmenda Hevserokatiya meclisa kantona Hesekê Zeyneb Şîtka axivî û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk û girtina deriyê Pêşxabûr û El-Welîd şermezar kir.
Piştre endamê-PYD’ê Mustefa Ehmed axivî û got:
“Çiqas îxanet û komplo hebin bila hebin, em hêza xwe ji felsefeya Rêber Ocalan digirin û bi stratejiya xwe bawer in, em ê heta dawî li ber xwe bidin.”