YJA Star: Em ê li ser rêya Sara têkoşîna xwe bidomînin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê her sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî û soza dewamkirina têkoşîna li ser xeta wan da.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi boneya salvegera şehadeta her sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin ser siyaseta Fransa ya nixumandina li ser kujeran û ev tişt hatin gotin:

“Bi qetilkirina heval Sara, Rojbîn û Ronahî, xwestin komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo, kûrtir bikin.

Komkujiya Parîsê careke din durûtiya Ewropayê derxistiye holê.

Dewleta Fransayê bi cezakirina kujerên vê komkujiyê, dikare civaka Fransayê ji vê şermê rizgar bike.

Heta ku tola Sarayan were stendin wê hêrsa me ya li hemberî dewleta Fransa û şaristaniya Ewropayê kêm nebe. ”

YJA Starê bal kişand ser berdewamiya têkoşîna li ser xeta Sara û wiha got:

“Îro li her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran ciwan li ser şopa Sarayan dimeşin û li eniyên azadiyê şer dikin.

Bi hezaran jinên ciwan ji bo wergirtina ala azadiyê ya Sara hatin çiyayan. Têkoşîna Sarayan roj bi roj li metrepol, kolan û çiyayan geş dibe.

Fermandariya YJA Starê di dawiyê de bang li tevahî jinan kir ku berê xwe bidin çiyan û bibin şopdarên Sara.

Back to top button