
Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li ber avahiya meclisê ya li bajarê Kobanê derbarê êrişên li ser herêmê daxuyanî da.. Hevserokê meclisê Gêlo Elî daxuyanî xwend û got: “Ev êriş me natirsînin û em ê gav şûnde navêjin.”
Di daxuyaniyê de ev yek hat gotin..
” Ji destpêkê şoreşa Rojava ve êrişên bi vî rengî dewam dikin. Em wekî xelkê Kobanê, bi taybet malbatên şehîdan soz daye şehîdên xwe û gelê xwe ku ew ê ev êriş me netirsînin..”
Her wiha hat gotin ku armanca van êrişan ew e ku xelkê herêmê ji cih û warê wan bide koçberkirin..
Di dawiya daxuyaniya meclisa malbatên şehîdan de wiha hat totin:
“Ev welat bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Em tu carî gavan şûnde navêjin. Em li vir soz didin Kobanê, soz didin şehîdên xwe, soz didin rêber APO ku gav şûnde navêjin.”