Rêxistinên Civaka Sivîl: Ji bo koçberên di wargeha Waşokanî de em ê alîkar bin

Rêxistinên civaka sivîl ji bo Kampa Waşûkanî li Kampa Serdemê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê bi wan re bibin alîkar.

Daxuyanî derbarê Kampa Waşûkanî û dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Sûriyê bi tevlîbûna hemû saziyên herêmê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo temamkirina nexşeya Osmaniyan Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kir.

Rêxistinê teqez kir ku ji bo koçberên ji Serê Kaniyê ew amade ne alîkariya wan bikin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Ewropayê, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku alîkariyê bidin koçberên li kampan.

Her wiha bang jî li dewletên mezin hat kirin ku ji bo vekişandina dewleta Tirk ji axa Sûriyê, divê têkevin nav hewldanan.

Back to top button