Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, 94 madeyên qanûna karmendan ên Rêveberiya Xweser erê kir.
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya yekê di sala 2020’an de lidar xist.
Civîn li hola civînan a Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Reqayê bi pêk hat.
Di civînê de bendên qanûna karmendan hat xwendin û piştî nirxandinan hat erê kirin.
Qanûna karmendan a Rêveberiya Xweser ji 137 madeyan pêk tê.
Li gorî vê jî;
Şert, hikum, rêbazên erkdarkirin, erk û fonên karmendan ên Rêveberiya Xweser diyar dike.
Civîna Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser wê du rojan bidome.