Hêzên Rizgariya Efrînê li navçeya Bilbilê û Şera yên Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyan de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
Derbarê çalakiyan de Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyek da û ev agahî parvekir:
30’ê Çile hêzên rizgariyê li gundê Qizilbaşe yê Bilbilê û li gundê Duraqliya yê Şerayê li dijî koma çeteyên Feyleq Şam du çalakî pêk anîn.
Di encamê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn û erebeyeke çeteyan jî hat teqandin.
Heman rojê dewleta Tirk a dagirker gundên Mernaz û Malikiyê yên navçeya Şera bi dijwarî topbaran kirin û balafirên keşfê jî li ser herêmê geriyan.