Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê ku herî dawî pêşengên gel hatibûn armanc girtin şermezar kir û got:
“Bi kuştinê hûn ê nikaribin şoreşa Rojava teslîm bigirin.”
Di çarçoveya êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Rojava de Yêkîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) jî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Şoreşa Rojava di bin konsepta şer û êrîşan de hewl dide li ser piyan bimîne û wiha hat gotin:
“Di demekê de ku Rêveberiya Xweser ragihand ku wê DAÎŞ’iyên girtî bêne darizandin, ev êrîş hate kirin.
Her wiha dema ku li Astanayê li ser çarenûsa gelên herêmê bazarî dihate kirin û Serokwezîrê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana şefê faşîst Erdogan dikir, ev êrîş hate kirin.
Ji Ewropayê heta Başûrê Kurdistanê, Rojava û dîasporayê êrîş li ser şoreşger û rêxistinên welatparêz têne kirin.
Bi êrîş û kuştinan wê ti carî nikaribin Şoreşa Rojava teslîm bigirin ku ev şoreş ji bo gelan bûye hêvî.”
Amûdê-Bi merasîmekî bi heybet şehîd Lêman û Yusra hat oxirkirin