Xalid Omer: Ji bo astengkirina mafê hêviyê ya Rêber Apo cezayên disiplînê tê birîn

Endamê Însiyatîfa Parêzaran ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan ya Sûriyeyî Xalid Omer têkîldarî tecrîda li dijî Rêber Apo nirxandin kir.
Omer diyar kir ku ji bo Rêber Apo ji mafê hêviyê sûdwernegire dewleta Tirk van cezayan dibire.

Endamê Însiyatîfa Parêzeran a ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyî, Xalid Omer diyar kir ku bingeheke qanûnî ya cezayên dîsplînî nîne ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Apo ferz dike û got:

“Ev ceza, li girtiyên ku li qanûnên girtîgehê binpê dikin tê ferzkirin.

Lê Rêber Abdullah Ocalan di girtîgekehe takekesî de hatiye dîlgirtin. Yanî ew tu qanûnên girtîgehê binpê nake.

Ev ceza, bi armanca girankirina tecrîdê û qedexekirina hevdîtina parêzeran û malbatê bi Rêber Apo re ye

Ji bo ku mafê hêviyê pêk were, divê tu cezayên dîsplînî li ser girtî nehatibin ferzkirin.

Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker van cezayan dibire.”

Omer bang li CPT, Komîteya Mafên Mirovan a Meclisa Ewropayê kir ku hesab ji Tirkiyê bê bipirsin.

Back to top button