Li Minbicê ji bo 4 şehîdan merasîma xiyabî hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan Minbic û Gundewarên wê, ji bo 4 şehîdên YPJ û QSD’ê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn, merasîma xiyabî li dar xist.

Ji bo şervanên YPJ’ê Cahîde Libebîdî bi nasnav Nûda Minbic, Duaa Yûsiv bi nasnav Rûnas Heleb, Meryana Ehmed bi nasnav Zenûbiya Amara û Şervnê QSD’ê Mihemed Silêman bi nasnav Elîşêr Zagros ku di berxwedan rûmetê de şehîd bûn merasîma xiyabî pêk hat.

Merasîma xiyabî li Goristana Şehîdan a Minbicê pêk hat û girseyeke qelabalix beşdar bû.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Rojda Dêrîk di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew ê heta dawî li ser şopa şehîdan bimeşin û dagirkeriyê têk bibin.

Rêveberiya Sivîl a minbicê jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza berxwedanê û serketinê da.

Paşê nasnameya şehîdan hat xwendin û radestî malbata şehîdan hate kirin.

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button