KNK’ê çû serdana partiya Zehmetkêşan û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê li Başûrê Kurdistanê serdana partiyên Zehmetkêşan, Komeleya Îslamî û Yekgirtûya Îslamî kirin.
Hevdîtinên şandeya KNK ya ji bo yekîtiya netewî û lidarxistina kongreya netewî, li Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Şandeya KNK’ê li bajarê Hewlêrê bi Patiya Zehmetkêşana Kurdistanê re civiya.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs diyar kir weke her du aliyan, ji bo lidarxistina kongreya netewî hemfikir in.

Sekreterê Partiya Zehmetêşana Kurdistanê Belên Abdula jî diyar kir ku ew endamên KNK’ê ne, ji bo serkeftina karê KNK’ê wê hertim di nava xebatan de bin.

Şandeya KNK’ê paşê çû serdana Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kirin.

KNK’ê derbarê civînan de destnîşan kir ku Komeleya Îslamî û Yekgirtûya Îslamî piştgiriya xwe ya ji bo kongreya neteweyî dubare kirin.

MESÛD EBDULXALIQ: DIVÊ KNK BI YEK ÇAVÎ NÊZÎ HEMÛ ALIYÊN SIYASÎ BIBE

Şandeya KNK’ê di saetên êvarê de jî li Hewlêrê serdana mala Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Mesûd Ebdulxaliq kir.

Nivîskar Mesûd Ebdulxaliq pêwîstiya yekîtiya hêzên Kurdî teqez kir û got, divê KNK bi yek çavî nêzî hemû aliyên siyasî bibe.

Leave a Reply

Back to top button