Jinên Reqa û Tebqa: Divê hesabê sûcan ji Erdogan were xwestin

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî jinên bajarokê Mensûra û Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê bajarê Tebqayê 2 daxuyaniyên cuda dan.

Di daxuyaniyan de hat diyar kirin ku kiryarên dewleta Tirk ên li herêmên me dike, mîna kiryarên ku DAIŞ û Cebhet El-Nusra li dijî jinan didan meşandin.

Her wiha êrişa artêşa Tirk û çeteyên wê ya li dijî sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef hate şermezarkirin.

Di dawiyê de bang li hemû jinan hat kirin ku li dijî êrişên artêşa Tirk asta berxwedanê xurttir bikin.

Bang li civaka navdewletî û Meclisa Ewlekariyê jî hate kirin ku hesabê sûcan ji Erdogan bixwazin.

 

Leave a Reply

Back to top button