Çete ji bo berdana sivîlên girtî 1500 dolarî ji malbatên wan dixwazin

Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk a dagirker sivîlan direvînin û paşê ji malbatê wan pere dixwazin.
Hat diyarkirin ku çeteyan ji bo serbest berdana sivîlekî hezar û 500 dolarî ji malbatên wan dixwazin.
Bi vê yekê çeteyên dewleta Tirk a dagirker malbatan neçar dikin ku mal û milkên xwe bifiroşin.

Li gorî çavkaniyên ku ji Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov re ragihandine, çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Sultan Silêman Şah li navçeya Şêx a Efrînê ji malbatên sivîlên ku li cem wan girtî ne pere dixwazin.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan ji bo serbest berdana kesekî hezar û 500 dolar xwestine.

Navendê diyar kir ku li navçeya navborî gelek malbat ji bo van pereyan peyda bikin neçar dimînin ku milk û zêrên xwe bifiroşin.

Her wiha navendê destnîşan kir ku çete bi xizmên girtiyan ên li Ewrûpayê dimînin re diaxivin û ji bo berdana girtiyên li gel wan, pereyan dixwazin.

Leave a Reply

Back to top button