Jina Êzidî Eşwaq Hecî piştî 5 salan ji DAIŞ’iyê ku destdirêjî lê kir hesab xwest

Keça Êzîdî Eşwaq Hecî ku ji destê DAIŞ’ê reviyabû, piştî 5 salan li Iraqê bi çeteyê ku destdirêjî lê kiriye rû bi rû hat û jê hesab xwest.

Jina Êzîdî ya bi navê Eşwaq Hecî ku di sala 2014’an de di 14 saliya xwe de li Iraqê rastî de destdirêjiya çeteyekî DAIŞ’î hatibû, piştî 5 salan li Iraqê bi vî çeteyî re rû bi rû hat.

Piştî ku çeteyê DAIŞ’ê Ebû Humam li Iraqê hate girtin, Eşwaq Hecî xwestin ku vî çeteyî bibîne.

Dîmenê bûyerê li ser malparên tora civakî belav bû.

Di dîmenan de keça Êzîdî, ji çeteyê DAIŞ’î yê bi navê Mihemed Reşîd Sehab, ku weke Ebû Humam Şer’î tê naskirin hesab dixwaze û weha dipirse:

“Gelo şeref bi te re heye, çawa te destdirêjiyê li keçek di temenê keçika xwe de dike.

Ma xuşkên te nîn in? Sûcê min çi bû? Tenê ji ber ez Êzidî me.”

Paşê keça Êzîdî Eşwaq ku hêrs dibe, nikare xwe li ser lingên xwe bigire.

Keça Êzidî Eşwaq Hecî, di 14 saliya xwe de li bajarê Mûsilê yê Iraqê di bazarên çeteyên DAIŞ’ê de bi 100 dolarî firotibûn çete Ebû Humam.

Lê Eşwaq Hecî paşê ji destê DAIŞ’ê reviyabû û çûbû Almanyayê.

Leave a Reply

Back to top button