Cenazeyê şehîd Mutesêm Ekiyorîk hat veşartin

Bi sedan şêniyên Dêrikê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Mutesêm Ekiyorîk oxir kir.

Cenazeyê şehîd ji pêşiya Nexweşxaneya Şehdî Hogir ber bi Goristana Şehîd Xebat ve bi rêket.

Li goristanê, Sûad Mihemed Teyb bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî.

Sûad rola şehîdan di pêkanîna aramiyê li herêmê de silav kir û soza şopandina riya şehîdan da.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berakat jî axivî û got:

“Şehîd rêberên me ne. Rêya me ronî kirin.

Herêma me li ser nirxên şehîdan, fikrê azad û demokrasiyê û bi saya hevgirtina gelê me ava bû.

Ji ber wê ev nîştimanî û vîn bû bingeha şoreş û rêveberiya me ya xweser.”

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li Minbicê şehîdên meha Gulan, Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn

Back to top button