Misir daxwaz ji Konseya Ewlekariyê kir ku pirsgirêka bendavê çareser bike

Misir daxwaz ji konseya Ewlekariyê xwest ku di navbera wan û Etopiya û Sûdanê de ji bo Bendava Nehda destwerdanê bike.

Misir ragihand ku wan bi daxwaznameyekî ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şandine da ku ji bo berdewamkirina danûstandinên her sê welatan bidome .

Wezareta Derva ye Misirê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan ji ber helwesta neyînî ya Etyopyayê serî li Konseya Ewlekariyê dane.Ew daxwazdikin ku divê her sê welat li ser peymanekê li hev bikin ku bi hev re bendava Nehda bi kar bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de Misir tekez kir ku ji bo destkeftiyên her sê welatan mîsoger be ê bigihêjin li hevkirineke bixebitin.

Back to top button