Hêzên hikumeta Şamê, gundên Idlib û Hemayê topbaran kirin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên Hikumeta Şamê gundên Idlib û Hemayê topbaran kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku duh hêzên hikumeta Şamê derdora gundê Bînîn ê Idlibê bi hawanan topbaran kir.

Her wiha hikumeta Şamê mûşekek ber bi gundê Menara yê Sehil El-Xab de avêt ku çeteyên Tirkiyê lê dimînin. Çeteyan jî erebeyeke wan rûxand.

Çavdêriyê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê devera Fitêra, derdora Kinsefra, Sefohin, Filêfil û Helûbî yên gundewarê Idlibê, topbaran kirin û ti agahî li ser ziyanan tune ye.

Dijberiya di navbera firqeya 4’ê ya Maher El-Esed û feyleqê 5’ê yê bi ser Rûsya ve dewam e

Li parêzgeha Derayê jî nakokî û dijberî di navbera Firqeya 4’ê ya Maher El-Esed û Feyleqa 5’ê ya bi ser Rûsya ve dewam e.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li ser rêya bajarokê Kihêl li rojhilatê Derayê teqemeniyek bi otomobîleke leşkerî ya Feyleqê 5’ê de teqiya.

Di encamê de 9 leşker hatin kuştin û derdora 20 ‘an jî birîndar bûn.

Back to top button