Li herêmê di bin dagirkeriya Tirk de, dizî û talanî dewam dike.
Li Serê kaniyê çeteyan hilbirîna genim dizî û mal û milkên şêniyan talan dike.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan rgihand ku, çeteyên dewleta Tirk zeviyê gundê Nidas ê Serê Kaniyê çinî û hilbirîna wê dizî..
Tevî ku zekatê ji xwediyê erd jî distînîn, hemwextî wê çeteyan derî, pencere û keblên kehrebê yên gundên Denas û Etiya jî dizîn.
Binpêkirinên hovane yên çeteyan li vir sînordar namîn, her hefteyê şênî pereyan didin çeteyan da ku xwe ji hovîtiya wan biparêz in.