Trump: Divê kesên peykeran tînin xwarê, werin girtin

Li Amerîkayê, xwepêşandanên Floyd dewam dikin, xwepêşanderan li Waşingtonê peykerê efserekî konfidraliyê xist xwarê, her wiha li Portland jî, xwepêşanderan peykerê George Waşington ku yek ji damezrînerên Amerîkayê, anî xwar.

Vê yekê serokê Amerîkayê Donald Trump bi hêrs kir. Trump berê xwe da Twîterê û got:

Polîsên paytextê bi erka xwe ranabin, wan tenê dinêrî çawa peyker tê xwarê û ti destwerdan nekir.

Ev bûyer ji Amerîkayê şermeke, divê kesên ev yek kirine yekser werin girtin.

Berya wê jî, li bajarê Portland ê eyaleta Oregon, xwepêşanderan peykerê George Waşington anî xwarê û pankartek pê ve kirin, ku hevoka : ” Tu li ser xaka niştecihên resen e” li ser hatibû nivîsandin.

Hefteya borî jî, li zanîngeha Oregon ya li bajarê Eugene, xwepêşanderan êrîşî 2 peykeran, ku ji bo cerm sipiyan sembolîk in, kiribû.

Back to top button