Çalakvan û lêkolînerê hiqûqî Ebdulrehman El-Batran diyar kir ku kuştin, revandin, talankirin, koçberkirin û guhartina dîmografîk ya ku dewleta Tirk heremên ku dagirkiriye pêk tîne sûcê şer e.
Ebdulrehman El-Batran bang civaka navdewletî û konseya ewlekariyê kir ku kiryarên dewleta tirk li gorî lihevkirina Cinevê ya 1949`an û pergala Roma yê sûcê şer e. Divê bêdeng nemiînin û dewleta Tirk darizînin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li herêmên ku dagir kirine, pêş çavên rêxistinên mirovî û tevahî dunyayê hovîtî û kirinên dermirovî dikin.
Dewlea Tirk çawa Qibris dagir kir dixwaze axa Sûrî û Iraqê jî dagir bike. Her wiha çek û cebixane dişîne Lîbyayê dixwaze wir jî dagir bike
Derbarê van kiryarên dewleta Tirk; Çalakvan û lêkolînerê hiqûqî Ebdulrehman El-Batran ji ajansa Hawarê re axivî.
Lêkolîner Ebdulrehmen El-Betran diyar kir ku Civaka navdewletî li cihê ku Tirkiyê li ser sûcên ku dike darizîne û dozên wî bişîne Konseya Elwlekariyê ya Navdewletî, lê bêdendiya xwe dewam dike.
El-Betran destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk sûcên kuştin, revandin, talankirin, guhartuna dîmografiya herêmên dagir kirin û koçberkirina xelkê bi darê zorê, dike.
Ev kirin li gorî lihevkirina Cinevê ya 1949`an û pergala Roma yê sûcê şer e.
El-Batran her wiha lê zêde kir û got:
” Ruxmî ku Tirkiyê endama NATO`yê ye,lê hevpeymana NATO`yê binpê dike û banga pêkanîna madeyên 4 – 5 ên hevpeymana NATO`yê dike.
Lewma gefên navdewletî ji aliyê endamên NATO’yê hene ku cezayan li ser Tirkiyê ferz bikin.