Li Lîbyayê..Di nav 30 kêmî 18’an, 417 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku jimara çeteyên dewleta Tirk li Lîbyayê zêde bûye û bîlançoya çeteyên ku hatine kuştin jî bilind bûye. Derbarê aloziya li Lîbyayê jî, Misirê daxwaza civîneke awarte li Komkara Erebî dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku zarok jî di nav de, heta niha 417 çeteyên dewleta Tirk li Lîbyayê hatine kuştin.

Her wiha di çend rojên derbasbûyî de, jimareke din a çeteyan bo Lîbyayê hate veguhastin û derdora 2600 çete jî vegeriyane Sûriyê.

Li gorî Çavdêriyê, jimara çeteyên dewleta Tirk li Lîbyayê gihaştiye nêzî 15 hezaran, di nav wan de 300 zarok temenê wan di navbera 14-18 salan de ye û piraniya wan ji Firqeya Sultan Murad in.

Hemwextî wê jî, nêzî 1800 çete li Tirkiyê perwerdeya leşkerî dibînin, da ku ji bo Lîbyayê werin şandin.

Navenda Mafên Mirovan a Lîbyayê jî da zanîn ku leşkerkirina zarokan ji hêla komên Wîfaq û Tirkiyê ve bi awayekî berfireh li Lîbyayê belav bûye.

Navendê eşkere kir ku, bi taybet li Misratayê, zarok li beramberî mûçeyên heftane ku digihîjin hezar dînarê lîbî (200 dolar ) têne xapandin.

Misir daxwaza civîna Komkara Erebî dike

Ji aliyê xwe ve Misirê daxwazî ji Komkara Erebî kir ku der barê reweşa dawî ya li Lîbyayê de, civîneke awarte li ser asta Wezîrên Karên Derve were lidarxistin.

Sekreterê Komkara Erebî Husam Zekî ragihand ku tê payîn di hefteya bê de, ev civîn were lidarxistin.

Back to top button