M. Kamîl Umer: Bêdengiya li hember destdirêjiya Tirkiyê, malwêraniyê zêdetir dike

Dewleta Tirk a dagirker êrîş û bombebaranan li dijî xaka Başûrê Kurdistanê didomîne. Mamosteyên Zanîngeh û çalakvanên civaka sivîl ên Silêmaniyê li dijî êrîşên dagirkeriyê, helwesta hikûmeta başûrê Kurdistanê rexne kir. Her wiha diyar kirin ku, “eger hikûmeta Başûr nikaribe welêt bi rê ve bibe, bila xwe bide aliyekî û rê ji hêzên din re vala bike.”

Mamostayê Zanîngeha Silêmanî Kamîl Umer da xuyakirin ku, ti alî nemaye ku xwedî li xak, nirx û rûmeta mirovên herêmê derkeve, lewre dewleta Tirk êrîşan pêk tîne û Kurdan dikuje.

Mamoste Kamîl diyar kir ku, bêdengiya li hember destdirêjiya dewleta Tirk, malwêraniyê zêdetir dike û got:

“Pêwîst e bêdengî bê şikandin, eger hikûmeta Başûr nikaribe welêt bi rê ve bibe, bila dev ji kursiyê berde û qadê ji hêzên din re vala bike.”

Fewziye Ebdulkerîm: Erdogan dixwaze Başur dagir bike û destkeftiyên kurdan ji holê rake

Endama Partiya Kesk a Kurdistanê Fewziye Ebdulkerîm jî da zanîn ku stratejiya Erdogan, dagirkirina Başûr û jiholêrakirina destkeftiyên gelê Kurd e û got:

“Divê li tevahî bajaran, gel dengê xwe bike yek û li pêşeroja xwe xwedî derkeve, dewleta Tirk li başûr derxîne,”

Ji aliyê xwe ve endamê Koma Wijdan Dilşad Mîranî jî destnîşan kir ku bêhelwestî û bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê, êş û metirsiyê diafirîne û diyar kir ku pêkan e bi Tirkiyê re hevkariya êrîşan jî dike.

Dilşad Mîranî: Divê aliyên Iraq û Başûrê Kurdistanê, helwesta xwe diyar bikin

Endamê Koma Wijdan Dilşad Mîranî bang li aliyan kir ku helwesta xwe diyar bikin û got: “Yan eniya piştgiriya êrîşên Tirkiyê bibijêrin, yan jî eniya li dijî êrîşan.

Back to top button