70 malbatên Sûrî ku ji 261 kesî pêk dihatin ji kampa Holê derketin

Rêveberiya Kampa Holê komeke din ya malbatên Sûrî yên li kampa Holê derxistin.

Rêvebiriya kampê ragihand ku ev koma nû ji 70 malbatên a ku ji 261 kesî pêk tê, ji herêmên Dêrazorê ne.

Piştî însîyatîfa Meclîsa Sûriya Demokratîk û rûsipîyên eşîran ev koma çardemîne ku ji kampê derdikeve.

Heta niha 808 malbat ku ji 3189 kesan pêk dihat ji kampê derketine.

Li gorî bîlançoya rêveberiya kampê, 16,404 malbat di kampê de mane, ku hejmara wan 60,351 e.

Back to top button