Piştî dagirkeriyê bi sê salan jî dewleta dagirker êrişên xwe yên li ser herêma Efrînê ranewstandin, artêşa Tirk gundên navçeya Şêrewayê topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Bênê, Dêr Cemalê yên navçeya Şêrawa topbaran kirin.
Di heman demê de de topbaran li ser gundên Meranaz, Alqemiyê, Şiwarxa û Kela Şiwarxa yên navçeya Şera ya kantona Efrînê, pêk hat.
Her wiha navçeya Til Rifet, gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê yên kantona Şehbayê jî ji aliyê dagirkeriyê ve hate topbaran kirin.