Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda navçeya Til Rifetê ya Şehbayê topbaran kir û di encamê de 5 welatî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên ber êvarê de navenda navçeya Til Rifetê ya Şehbayê topbaran kir.
Di encama topbaranê de di navê de jin û zarok 5 welatî birîndar bûn..
Zarokên ku birîndar bûne Sîpan Mistefa Bekir yê 9 salî û Îbrahîm Mihemed Ebdo yê 8 salî ye.
Zarokên birîndar rakirin nexweşxaneya Til Rifetê.
Ev êriş hemwextî şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan pêk hat.
Her wiha droneke dewleta Tirk a dagirker jî vê sibehê li ser asîmanê Qamişlo geriya.