Li Sûriyê, 3 kesên din bi vîrûsê ketin

Îro Wezareta Tendurstiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 3 kesên din jî bi vîrûsa Coronayê ketin.

Bi vê yekê re, kesên li herêmên li jêr kontrola hikumeta Şamê bi vîrûsê ketine bûye 19 kes.

Berî niha jî Wezaretê diyar kiribû, ku 2 kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha 2 kes jî baş bûne.

Beriya 3 rojan, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî hişyariya xeteriya belavbûna vîrûsa Coronayê li Sûriyê dabû.

Komîseriya Bilind a NY jî, daxwaz ji hikumeta Şamê kir ku, ji bo pêşîgirtina belavbûna Coronayê, divê demildest girtî werin berdan.

Back to top button