Vîrûsa Corona..li girtîgeha Êlihê, girtiyan çalakî pêk anî

Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê girtiyan çalakî pêk anî, hat ragihandin ku li heman girtîgehê şewat jî derket.

Ji dîmenên li ser medya civakî hatin parvekirin jî, xuya dibe ku dûman ji girtîgehê bilind dibe û dengê çalakiyê tê bihîstin.

Li ser vê, gelek malbatan berê xwe dan ber girtîgehê, lê belê nahêlin parêzer derbasî wir bibin.

HDP’ê jî têkildarî çalakiya girtîgehê, daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo tiştên li Girtîgeha Êlihê diqewimin, wan hevdîtin bi ÎHD û Buroya Êlihê re pêk anîne û niha geşedanên li girtîgehê ji nêz ve dişopînin.

HDPê her wiha bang li sazî û kesên eleqeder kir ku “demildest divê raya giştî were agahdarkirin.”

Beriya çend rojan jî, li dijî tedbîrên kêm ên li girtîgehan, girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Wanê, bi çalakiyekê di hundirê girtîgehê de, daxwaza berdanê kirin.

Hingê jî, li girtîgehê şewat derketibû.

Back to top button