NADA: Em ê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşînê mezintir bikin

Hevbendiya Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê NADA da zanîn ku ew ê li dijî tundiyê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşînê mezintir bikin.

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê NADA bi daxuyaniyekê tundiya li ser jinan şermezar kir.

NADA di daxuyaniyê de piştgiriya xwe ji bo şoreşa Îranê ya bi pêşengiya jinan nîşan da û got:

Li hemû deverên cîhanê zêdebûneke berbiçav a tundiya li ser jinan heye.

Em ketine serdemeke ku çanda tundiya li dijî jinan gihîştiye asta “qirkirina jinan” bi hemû wateya xwe û baştirîn îsbata vê yekê jî tiştê ku vê dawiyê li Îranê qewimî.

Heta ku şer raweste û aramî li vê herêma me ya qedîm pêk were em ê bi israr têkoşîna xwe mezin bikin.

Di dawiyê de NADA anî ziman ku ew ê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşînê mezintir bikin.

Back to top button