Li bajarê Minbicê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.
Li Mijbinê bi vê boneyê çalakiyên cuda hatin lidarxistin û bang li hemû jinan hate kirin ku tekoşnîna azadiya Jinan bilindtir bikin.

Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bi boneya 25ʹê Mijdarê panelekê li darxist.

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê jî Şanok bi navê “Bi hev re ji bo bidawîkirina tundiyê” pêşkêş kir.

Bi dehan ji jin, malbatên Şehîdan û şêniyên bajêr beşdarî çalakiyan bûn.

Jinên beşdar bang li hemû jinên li cîhanê kirin ku li dijî her cure tundî li ser jinan rabin û ji bo azadiyan Jin tekoşînê bilindtir bikin.

Back to top button