Hêzên Asayişê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Mutşer El Ehmed şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Endamekî Asayîşa me yê herêma Dêrezorê roja Sêşemê 21’ê Sibatê, dema erka xwe ya parastinê bi cih dianî, şehîd bû.

Şehîd Mutşer El Ehmed çar salan di nava refên Asayîşê de cih girt û endamekî fedakar û xwedî rihê hevaltiyê bû.

Şehîd Mutşer dema erka xwe ya parastina şêniyên xwe û welatê xwe bi cih dianî, di êrişeke çeteyan de şehîd bû.

Em sersaxiyê ji gelê xwe û malbatên şehîd Mutşer El-Ehmed re dixwazin û serî li ber fedekariya şehîdên xwe yên bi rûmet ditewînin.

Em teqez dikin ku em ê li ser rêya şehîdan bimeşin heta ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîsoger bibe.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mutşer El Ehmed

Navê Bav: Ehmed

Navê Dayikê: Kemîle

Cih û dîroka tevlîbûnê: Siwer 25-11-2018

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 21-2-2023

Back to top button