Çeteyên Feyleq El Şam welatiyek li Şêrawayê revand

Sûcên weke kuştin, revandin, desteserkirin û birîndar daran li efrînê ji aliyê dagirkeran ve dewam dike. Çeteyan li Efrîna dagirkirî welatiyek revandin û 120 darên zeytûnan ji cihên cuda birîn.

Sûcên dijmirovî ji aliyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li Efrînê didomin.

Ajansa ANHA’ê ragihand ku çavkaniyek ji Şêrawayê ragihandiye ku çeteyên ‘Feyleq El Şam’ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li Şêrawayê welatiyê bi navê Rêber Osman ê 40 salî revandine.

Çeteyan Rêber Osman birine girtîgeheke li gundê Îska..

Çeteyan li Efrîna dagirkirî 120 darên zeytûnan birîn

Efrîn Post jî ragihand ku çeteyan 45 darên zeytûnan ji wan 25 ji kokê ve ji zeviyê welatiyê bi navê Izat Oso yê ji Badina Racoyê birîne.

Her wiha çeteyên El-Hemzat 75 darên zeytûnan li ser riya gundê Ze’ira ji zeviyê welatiyê bi navê Seîd Behrî yê ji navçeya Bilbilê birîn.

Ç​​​​​​​eteyan li Efrînê xaniyan desteser dikin û difroşin

Her wiha Efrîn Post eşker kir ku çeteyê bi navê Ebû Emar yê ji Xûta ya Şamê mala welatiyê bi navê Selah Ehmed ku li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ye, bi hezar û 500 dolarî firotiye.

Li Bilbilê 2 malbatan ji bo kon bi hev ketin, kesek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn

Dîsa Li gorî Efrîn Post, duh li navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî 2 malbatên ku li wê derê hatine bicihkirin ji bo vedana konan bi hev ketine.

Di encamê de, kesek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li navçeya Cindrêsiyê alîkarî li şêniyan nayê belav kirin

Tora Çalakvanên Efrînê jî ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê li navçeya Cindirêsê çeteyê bi navê Ebo Mehmûd yê ji Dêrazorê weke nûnerê alîkariyê li navçeyê destnîşan kirin.

Ev çete jî tenê alîkariyê li kesên nasên xwe belav dike û malbatên muhtac bê par dihêle..

Back to top button