Hêzên Koalîsyon û komên alîgirê Îranê bargehên hev topbaran kirin

Li Çolistana Sûrî hêzên koalîsyonê û komên alîgirê Iranê baregehên hev topbaran kirin. Şerê di navbera Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyeên dewleta Tirk jî li Idlibê û Hemayê didome.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, vê sibê hêzên Koalîsyonê û komên alîgirê Îranê bargehên hev ên li rojhilat û rojavayê firatê topbaran kirin.

Hat diyar kirin komên bi ser Îranê jî bargeha Hêzên koalîsyonê a li Heqil El Omer ya li rojhilatê Dêrazorê topbaran kir.

Hat ragihandin koalîsyon jî çolistana Meyadîn ya ku bargehên Îranê lê hene bombebaran kirin.

Şerê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk de li Idlibê didome

Çavdêriyê da zanîn ku şevê din hêzên hikûmeta Şamê herêmên Filêfil û Benîn ya li çiyayê Zawiyê li başûrê Idlibê topbaran kir.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî bargeha Hêzên hikûmetê ya li gundê El Menara ya li Sehil Elxab rojavayê Hemayê hedef girtin.

Back to top button