Xizmên girtiyên zîndanên dewleta Tirk ji bo pêkanîna edaletê banga têkoşînê kirin

Li zîndanên dewleta Tirk rewşa bi dehan girtiyên nexweş roj bi roj giran dibe. Tevî ku gelek girtî cezayên wan bi dawî bûne lê nayên berdan. Malbatên girtiyên nexweş serdana partî û saziyan kirin û daxwaza pêkanîna edaletê kirin. Hevserokê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş jî banga rawestandina kirinên li dijî girtiyan kir.

Girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyê, tevî nexweşiyên giran û raporên “nikarin di girtîgehê de bimînin” jî, nayên berdan.

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan ku ji Wan, Amed, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Gever, Sêrt, Çûkûrova û Stenbolê ku ji bo dermankirin û berdana xizmên xwe li Enqerê ne, serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û partiyên siyasî kirin.

Malbatan her wiha piştî serdana xwe ya Navenda Giştî ya Partiya Kedê, serdana Partiya Çepgir û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê jî kirin.

Xizmên girtiyan dosyaya ku agahî û daxwazên derbarê girtiyên nexweş de hene pêşkêş kirin û ji bo pêkanîn edaletê, daxwaza piştigiriyê kirin.

Ji parêzerên Partiya Çepgir Gîzem Ozdem, destnîşan kir ku li cem daxwaza edaletê ya malbatan e û ji bo pêkanîna edaletê bang kirin ku têkoşîneke hevpar bê dayîn.

Ji Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê jî, Dr. Nîhat Bûlût destnîşan kir ku li dijî îşkence û danûstandina xerab têkoşîn didin û heta gelê kurd azad nebe wê li Tirkiyê tiştek nebe.

“Ne ti civak û ne jî em, kirinên li dijî girtiyan qebûl nakin”

Hevserokê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş jî di daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş ku li Amedê hate dayîn de axivî.

Bariş bertek nîşanî kirinên li dijî girtiyan, neberdana wan û şewtandina înfazan da û got:

“Mirovan înfaz dikin. Tu civak û mirov vê yekê qebûl nakin.”

Back to top button