Meclisa Olî li Hesekê êrişên li dijî navendên Olî şermezar kir

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ên li ser di nava tevgerê de ne. Îro jî li dijî êrişan çalakî hebûn. Meclisa Olî ya a Hesekê û Meclisa Sivîl a Dêra Zorê bi daxuyaniyên cuda êrişên li ser herêmê şermezar kirin. Yekîtiya Jinên Ciwan jî li dijî êrişan konê çalakiyê li Baxçeyê Serokatiyê ya li Hesekê veda.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ên li ser herêmê, çalakiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dewam dike.

Herî dawî dewleta Tirk û çeteyên xwe di êrişên li ser Zirganê de mizgeftek bombebarankirin.

Meclisa Olî ya a kantona Hesekê li dijî êrişan daxuyaniyek da. Daxuyanî li navenda meclisê ya li kantona Hesekê bi amadebûna hemû endamên meclisê hate dayîn.

Di daxuyaniytê de êrişên li ser herêmê û bi taybetî hedefgirtina sivîl û sembolên olî hat şermezar kir.

Hate gotin, di ola îslamê de rê nayê dayîn ku mizgeft yan jî navendên olî bêne wêrankirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan konê çalakiyan li Bexçeya Serokatî ya li Hesekê veda

Yekîtiya Jinên Ciwan li Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên li ser herêmê û bi taybetî êrişa li dijî ciwanan li Kobanê, konê çalakiyê li Baxçeyê Serokatiyê veda.

Çalakiya konvedanê dê sê rojan dewam bike.

Bi dehan endamên jin ên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan û endamên Yekîtiya Jinên Ciwan tevlî çalakiya konvedanê bûn.

Di çalakiyê de, endama Yekîtiya Jinên Ciwan Sema Hesen, rêvebera Kongreya Star Comana Ebêd û rêvebera yekîtiya mamosteyên kantona Hesekê Nisrîn Mecdel axivîn.

Di axaftinan de, êrişên li ser herêmê û hedefgirtina ciwanan hatin şermezarkirin.

Meclisa Sivîl a Dêra Zorê: Gelên herêmê wê li dijî êrişan têkoşînê mezin bikin

Meclisa Sivîl a Dêra Zorê jî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê hat dayîn û endamên Meclisê beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser herêmê û bêdengiya welatên garantor beramberî van êrişan hatin şermezarkirin.

Di dawiyê de hate gotin ku dê gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî van êrişan têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button