Li Efrînê dagirkeran welatiyek ji navçeya Şera revand

Li Efrîna dagikirî, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dike. Çeteyan welatiyek ji navçeya Şera revandin û li gundê Dargirê yê Mabata jî 300 darên zeytûnê birîn.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, istixbarata dewleta Tirk welatiyê bi navê Rêzan Mihemed yê 34 salî ji navçeya Şera revand.

Hat ragihandin çeteyan Rêzan birin cihekî ndiyar û heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

Çeteyan 300 darên zeytûnê li gundê Dargirê yê bi ser Mabata ve birîn

Li gundê Dargirê yê bi ser navçeya Mabata jî, çeteyan 300 darên zeytûnê yê welatiyê bi navê Hesen Birîmo birîn û ji bo firotinê birin navenda bajarê Efrînê.

Li aliyê din li navçeya Cindirêsê jî li dijî gendelî, rewşa abarî ya xirab, xwepêşandan di roja duyemîn de dewam dike.

Back to top button